JustPaste.it

 

Meclisa Leşkerî ya Suryan: Em soz didin herêmên dagirkirî rizgar bikin

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryan, Matay Henna di salvegera 9`an a damezirandina xwe de pêwîstiya mezinkirina têkoşînê ji bo rizgakirina axa dagirkirî destnîşan kir û got: "Biryara me ya neteweyî berxwedan e. "

 

447c1841bfd512beef63c80419f2e196.jpg
 ROJANE  09 Çile 2022, Yekşem - 1 HESEKÊ

 

Îro Meclisa Leşkerî ya Suryan di 9`emîn salvegera damezirandina xwe de mûm li ser gorên şehîdên Goristana Şehîdên Suryan û Asûr a li taxa Mişêrfê vêxist.

Her wiha di merasîmê de berdevkê meclisê Matay Henna ji dezgehên çapemeniyê û hêzên leşkerî re axivî û hemû şehîdên di oxira parastina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şehîd bûne bi bîr anî.

Henna detnîşan kir ku Meclisa Leşkerî ya Suryan di bin ala Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ`ê dimeşîne. Henna çeteyên DAIŞ`ê bi "keraseteke mirovî" bi nav kir ku pêşketina şaristanî û çanda herêmê asteng dike û nahêle gelan mafên xwe yên rewa bi kar bînin.

Matay Henna daxuyand ku li gel hewldanên Rêveberiya Xweser ku hawîrdoreke guncew peyda bike da ku mafên nîştimanî yên rewa dabîn bike, Meclisa Leşkerî ya Suryan hewl dide ewlehiyê li ser bingeha jiyana hevbeş û biratiya gelan û bê cudahî pêk bînin.

Matay Henna diyar kir ku di çarçoveya rizgarkirina herêmên dagirkirî û vegerandina şêniyên resen de ew stratejiya zêdekirin û pêşxistina endamên xwe dimeşînin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Em rêya têkoşîna xwe temam bikin heta ku mafên xwe yên rewa bi dest bixin û gelê xwe azad bikin."

Matay Henna di dawiyê de soza şopandina rêya şehîdan da û piştrast kir ku dê herêmên dagirkirî vegerin şêniyan û got: "Biryara me ya neteweyî berxwedan e. Em rewabûna xwe ji gelê xwe digirin."


(şx)


ANHA

Video thumb